Îsraîlê dîsa derdora Şamê bombebaran kir

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku artêşa Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kiriye.

Îsraîlê dîsa derdora Şamê bombebaran kir
2 kanûn 2023   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku artêşa Îsraîlê vê sibê, derdora Şamê bombebaran kiriye. 

Wezareta di daxuyaniya xwe de got: “Derdora saet 1:35`an piştî nîvê şevê, Îsraîlê ji Colanê yê dagirkirî ve, hin noqteyên li derdora Şamê bombebaran kiriye.”

Dengê Asîma jî bi bîr xist ku Îsraîlê, hin noqteyên li nêzî rêya Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî û bajarokên Seyda Zeyneb, Eqreba û Huceyre kirine hedef.

Ji destpêka êrîşên Hemasê di 7`ê Cotmeha 2023`yan de, Îsraîlê êrişên li dijî Sûriyeyê zêde kirine.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) yekşema borî, di encama bombebarana Îsraîlê de Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ji xizmetê derketibû.

(şx)