Îsraîlê deriyê Refehê yê di navbera Xezayê û Misirê de vekir

Îsraîlê roja Yekşemê ragihand ku wê deriyê Refehê yê di navbera Xezayê û Misirê de vekiriye, û tenê rê dide derbasbûna Şêniyên Xezayê.

Îsraîlê deriyê Refehê yê di navbera Xezayê û Misirê de vekir
1 sibat, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneya Birêvebirina Karên Hikûmeta Îsraîlê li Filistînê (COGAT) ragihand ku, li gorî peymana agirbestê û fermanên rêveberiya siyasî, îro deriyê Refehê hate vekirin, û rê dide derbasbûna sînorkirî ya  şêniyên Xezayê.

COGAT lê zêde kir: "Wekî beşek ji vê yekê, îro qonaxek ceribandinê ya destpêkê dest pê kir, ev vekirin bi hevkariya Şanda Alîkariya Sînor a Yekîtiya Ewropayê (EUBAM), Misir û hemû aliyên têkildar hatî pêkanîn."

COGAT destnîşan kir ku hemû alî tedbîrên amadekariyê digirin da ku derî bi tevahî were vekirin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Piştî ku amadekarî hebû bi dawî bibin, derbasbûna rastîn a şêniyan di her du aliyan de dê dest pê bike. "

(k)