Îsraîlê bejahiya Humisê bombebaran kir

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê êrişî gundewarên li başûrê Humisê kiriye û ji ber êrişê birîndar çêbûne.

Îsraîlê bejahiya Humisê bombebaran kir
31 cotmeh, 2024   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve, artêşa Îsraîlê herêma Qesîr a li başûrê Humisê bombebaran kiriye.

Rojnameyê diyar kir ku ji ber êrişan birîndar û zirarên madî çêbûne.

SOHR’ê jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê 3 êriş li herêma Cisir Def a li başûrê bajarê Qesîr pêk anîne. Li gorî SOHR’ê, embarên li herêma pîşesaziyê, nêzî bajarokê Hewş Seyîd û herêma Meşarî El Qaq ên nêzê sînorê Sûriye-Lubnanê hatine bombebarankirin.

Hate diyarkirin ku pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê hewl daye bersiva êrişan bide û ambulans jî çûne cihê êrişan.

(bb)

ANHA