Îsraîl noqteyên hikumeta Şamê li Dera û Quneytîrayê topbaran kirin

Îsraîlê vê sibê, noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê Dera û Quneytîrayê topbaran kirin. Lê belê agahî der barê encamê wê de nehatin bidestxistin.

Îsraîl noqteyên hikumeta Şamê li Dera û Quneytîrayê topbaran kirin
13 kanûn, 2023   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Lê li Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  Îsraîlê bi 6 moşekan Til El Cebiye li nêzî bajarê Newa yê gundewarê Derayê vê sibê topbaran kir. Pergala hewayê ya hikumeta Şamê ku li ser gir bi cih bûye, hewl da droneke Îsaîlê bixe xwarê ku piştî topbaranê li asîmanê herêmê digeriya. Lê belê tu agahî der barê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.

Li nêzî gundê El Refîd ê Quneytîrayê, hemwextî firîna droneke Îsraîlê û balafireke şer a Îsraîlê li asîmanê herêma sînorên wê bi Sûriyeyê re, teqînek rû daye.

Li gor SOHR`yê, piştî topbarankirina Colanê bi moşekan ji aliyê komeke girêdayî Hizbullahê Lubnanî ve, Îsraîlê rasterast êriş baregeheke leşkerî kir .

Li gor SOHR`ê ji destpêka 2023`yan ve Îsraîlê 66 êrişên hewayî û bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîne, di encamê de 130 noqte, depoyên çekan, baregeh û wesayît rûxandine.

Her wiha 114 leşker hatine kuştin û 130 jî birîndar bûne.

(şx)