Îranê êrişî parzungeha petrolê ya herî mezin a Siûdiyê kir

Hat ragihandin ku Parzungeha Ras Tanura ku mezintirîn parzungeha petrolê ya Erebistana Siûdî ye, ji aliyê Îranê ve hedef hate girtin.

Îranê êrişî parzungeha petrolê ya herî mezin a Siûdiyê kir
2 adar, 2026   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê berdewamin. Îran jî hemû baregehên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn bi moşek û ÎHA’yan hedef digire.

Di vê çarçoveyê de, Parzungeha Ras Tanura ya ayidê Aramcoyê ku mezintirîn parzungeha petrolê ya Erebistana Siûdî ye, bû hedefa êrişa balafirên bêmirov a Îranê.

Hat zanîn ku piştî êrişê, di saetên serê sibehê de li tesîsên Aramcoyê ya li Bendergeha Ras Tanurayê şewat derket. 

Sky News Arabia’yê da zanîn ku êriş bi balafireke bêmirov hatiye kirin û piştî êrişê şewat derketiye.