Însiyatîfa Jinan: Sûcê şer ên li diji jinan divê bi dawî bin

Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan li dijî êrişên li ser Rojava berê xwe dan navçeya Pirsûsê. Jinan li vir bang li rêyedarên Tirkiyeyê kirin ku piştgirî nedin hikûmeta demkî a Sûriyeyê û ji bo alîkarî bigihîje Rojava deriyê sînorê Kobanê bê vêkirin.

Însiyatîfa Jinan: Sûcê şer ên li diji jinan divê bi dawî bin
29 ÇILE, 2026   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava rabin û piştgiriyê bidin berxwedana Rojava, ji bajarên Tirkiyeyê bi rêketibûn û berê xwe dabûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Înîsiyatîf îro gihîşt Pirsûsê û li Qada Navçeyê daxuyanî da. Ji aliyekî din jinên bajarê Sêrtê jî tevlî kampanya keziyan bûn.

RIHA

Jinan bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Piştgiriya jinan sînoran derbas dike”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiya Rihayê Ayşe Surucu destpêkê axivî û got: “Gelê Kurd û dostên Kurdan li dijî êrişan li ser pêya ne. Heta êriş rawestin berxwedana me ya li dijî êrişan dê bidome.”

‘Divê deriyê sînor vebibe’

Piştre jî metna daxuyaniya 216 rêxistinên jinan a ji bo piştgiriya Rojava hat xwendin. Di metnê de ev daxwaz hate kirin:

-Êrişên li diji gelê Kurd û hemû gelên din ên Sûriyeyê divề demildest bên rawestandin!

-Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê divê were rakirin, têketina malzemeyên ku dê hewcedariyên jiyanî dabîn bike divê were mîsogerkirin. Dewleta Tirkiyeyê dikare vê yekê îro ji vir bi vekirina korîdorekê pêk bîne.

-Mafê Kurdan û gelên din ên li Sûriyeyê divê bê naskirin û dawî li êrişan bê anîn.

- Sûcê şer ên li diji gel divê bi dawî bibe.

SÊRT

`KEZIYÊN ME BERXWEDAN E, ROJAVA RÛMETA ME YE`

Ji aliyekî din li bajarê Sêrtê Tevgera Jinên Azad (TJA) tevli kampanyaya honandina keziyan bûn.

Jin pankarta “Keziyên me berxwedan e û Rojava rûmeta me ye” li avahiyê DEM Partî û DBP'ê daliqandin û kezîyên honandin.

Jinan piştî honandina keziyan çalakiya xwe bi berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Rojava rûmet e rûmeta me ye” bi dawî kirin.