Îlham Ehmed: Divê her pêvajoyeke siyasî li ser bingeha diyaloga û garantiya mafan be

Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, diyar kir ku her pêvajoyeke siyasî ya domdar li Sûriyeyê divê li ser bingeha diyalogê û garantiyên mafên hemû welatiyên Sûriyeyê, pêk were. Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya hevkariya navneteweyî ji bo piştgiriya aramiyê.

Îlham Ehmed: Divê her pêvajoyeke siyasî li ser bingeha diyaloga û garantiya mafan be
14 sibat, 2026   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di posteke li ser platforma "X" de, Îlham Ehmed nivîsî: "Hevdîtina me ya îro bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re, bi amadebûna General Mazlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed El Şêbanî, li Kongreya Ewlehiyê ya Munchenê, girîngiya hevkariya navneteweyî ji bo piştgiriya aramiya li Sûriyeyê nîşan dide."

Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Emed wiha zêde kir, "Divê her pêvajoyeke siyasî ya domdar li ser bingeha diyalogê, garantiyên mafên hemû welatiyên Sûriyeyê be, ji bo parastina yekîtiya welat û pêkanîna çareseriyeke siyasî ya berferh."

Îlham Ehmed di dawiyê de got, "Em li gorî perpirsyariyên xwe yên neteweyî û fedekariyên gelê xwe, li ser dîplomasiyê û lihevkirinê xebatên xwe dewam dikin, ji bo pêkanîna aştiyek dadperwer û siberojeke ewle ji bo Sûriyeyê."

(k)