Hûsiyan gef xwarin ku êrişên li dijî keştiyan bidomînin
Îran û Hizbullahê êrişên Amerîka û Brîtanyayê yên li dijî Hûsiyan şermezar kir. Hemas û hikumeta Iraqê gotin êriş nîşaneya firehkirina şer e.
![Hûsiyan gef xwarin ku êrişên li dijî keştiyan bidomînin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202401/image_870x_65a0fc2a0d5f5.jpg)
Berdevkê Hûsiyan Mihemed Ebdulselam destnîşan kir ku ruxmî êrişên hewayî yên Amerîka û Brîtanyayê dê hedefgirtina keştiyên girêdayî Îsraîlê li Deryaya Sor bidomînin.
Ebdulselam li ser hesabê xwe yê X’yê got: "Tu bihaneyên vê êrişa li dijî Yemenê tune ne. Tu xetere li ser navîgasyona navneteweyî ya li Deryaya Sor û erebî tune ye. Hedefgirtin li dijî keştiyên Îsraîlê yan jî yên diçin benderên Filistîna dagirkirî dê berdewam bin."
Malpera Nûr News a Îranê ku agahiyên xwe dispêre berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî, got: "Îran êrişa Amerîka û Brîtanyayê ya li dijî Hûsiyan şermezar dike."
Kananî got: "Em bi tundî êrişên leşkerî yên Amerîka û Brîtanyayê vê sibê li dijî gelek bajarên Yemenê li dar xistine, şermezar dikin. Êriş, binpêkirineke diyar a yekitî û serdestiya Yemenê, qanûn, pergal û mafên navneteweyî ye."
Hizbullaha Lubnanî jî bi daxuyaniyekê got êrişên Amerîkayê yên li dijî Yemenê, hevkariya DYA’yê ya di komkujiyên Îsraîlê yên li Xeza û herêmê de, destnîşan dike. Hizbullah di dewama daxuyaniya xwe de got: "Em êrişa Amerîka-Brîtanya ya hovane li dijî Yemenê, serdestî û ewlehiya gelê wê yê azad ê ku bi lehenegî li kêleka gelê Filistînê û berxwedana wî sekinî û hewl da dorpêça li ser bi dawî bike, şermezar dikin."
Hemasê jî diyar kir ku êrişa li ser Yemenê, biryardariya firehkirina şer nîşan dide û dê encamên wê hebin.
Yek ji fermandarên Hemasê Samî Ebû Zehrî got: "Ji ber ku artêşa Yemenê piştgiriya Xezayê dike, Amerîka-Brîtanya êrişî herêmên artêşê kirin. Her wiha diyar dike dewletên ev êriş kirine di firehkirina qada şer de heta derveyî Xezayê biryardar in.”
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê jî şêwirmendê serokwezîrê Iraqê Fadî El Şemrî hişyarî da ku rojavayî qada şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de firehtir dike û nakokiyên li herêmê gurtir dikin.
DYA û Brîtanya vê sibehê êrişeke berfireh li dijî bajarên Yemenê li dar xist û di wan êrişan de baregehên Hûsiyan kirin hedef.
(şx)