HPC: Em ê welatê xwe biparêzin

Endamên HPC û HPC-Jin ên li bajarê Til Birakê diyar kir ku dê mil bi mil bi QSDˈê re gel û welatê xwe biparêzin.

HPC: Em ê welatê xwe biparêzin
4 ÇILE, 2025   13:36
HESEKÊ

Endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) û HPC-Jin ên li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê li pêşiya avahiya xwe kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê HPCˈê Heyder El Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ku komkujiyan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, binpêkirina tevahî peyman û qanûnên navneteweyî didomîne.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana QSDˈê ya parastina ewlehiya herêmê hate kirin û ev peyam hate dayîn: "Li her cihî, li çeperan, li gund û bajaran em amade ne. Em ê mil bi mil bi QSDˈê re parastina gel û axa welatê xwe bikin."

(bb)

ANHA