Hiqûqnas: Dewleta Tirk sûcên şer dike û biryara 2254ˋan bin pê dike

Parêzer û hiqûqnasên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dijî karwana wesayîtên gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê şermezar kir û diyar kir ku ew sûceke şer û dermirovî ye û binpêkirina aşkera ya biryara 2254ˋan e.

Hiqûqnas: Dewleta Tirk sûcên şer dike û biryara 2254ˋan bin pê dike
9 ÇILE, 2025   16:36
QAMIŞLO

Balafirên dewleta Tirk a dagirker karwana wesayîtên gel a ku duh berê xwe dida Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Der barê vê yekê de Yekitiya Parêzerên kantona Cizîrê û Dadgeha Edaleta Civakî bi daxuyaniyekê êrişa deweta Tirk a dagirker a dijî karwanê şermezar kir.

Endamê Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê Mehmûd Xilo li pêş Dadgeha Gel a Qamişlo bi beşdariya endamên yekitiyê, Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê û parêzerên serbixwe daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî zêdetirî 50 salî ji zul û zordariya rejîma Baas û malbata Esed Sûriyeyiyan bi vê serkeftina hilweşîna vê rejîmê pîroz kir, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî mehekê ye bênavber êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Bendava Tişrînê dikin. Armanca wan ji van êrişan bendavê dagir bikin û gelê Sûriyeyê ji kehrebê û avê mehrûm bikin, weke çawa piştî dagirkirina Serêkaniyê ava li ser bajarê Hesekê qut kir.

Her wiha di dewama daxuyaniyê de hate gotin di 8-1-2025ˋan de karwana wesayîtên gel ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hemberî şer berê xwe da Bendava Tişrînê, lê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dgairker û çeteyên wê êrişî karwanê kir, di encamê de hin sivîl şehîd û birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrişa li dijî sivîlan sûcekî şer û dermirovî ye, her wiha li dijî tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî ye û binpêkirina aşkera ya biryara navneteweyî ya 2254ˋan e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li NYˋyê, tevahî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku ji bo bidawîkirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Sûriyeyê, binesazî û ji bo parastina serweriya Sûriyeyê, destwerdanê bikin.

(fr)

ANHA