Hikumeta veguhêz dîsa rêya Heleb-Dêr Hafirê girt

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, pişt ku duh çend saetan rêya Heleb-Dêr Hafirê vekiribû, careke din girt.

Hikumeta veguhêz dîsa rêya Heleb-Dêr Hafirê girt
26 mijdar, 2025   12:52
TEBQA

Hikumeta veguhêz, nêzî 2 mehan ji girtina rêya Heleb-Dêr Hafirê, duh, rê da ku hejmareke erebe derbas bibin û biçin, lî vê sibehê dîsa rê girt û nehişt erebe derbas bibin.

Hêzên hikumeta veguhêz ji 27ˊê Îlonê de rêya Dêr Hafir-Helebê girtiye, bi wê re tevgera çûn û hatinê bi giştî hat sekinandin û barek mezin li ser şêniyan çêkir.

Ji nêzî 2 mehan ve rê hatiye girtin, li beramber wê yekê aliyên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu sedemên girtina rê heta niha zelal nekirine.

(fr)

ANHA