Hikumeta nû ya Lubnanê hat avakirin

Serokê Lubnanê îro îstîfaya serokê berê yê hikumetê Necîb Mîqatî qebûl kir û serok Newaf Selam ji bo avakirina hikumetê erkdar kir.

Hikumeta nû ya Lubnanê hat avakirin
8 sibat, 2025   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Lubnanê ragihand ku, piştî çend hefteyan ji şêwiran, bi serkêşiya Newaf Selam hikumeteke nû ji 24 wezîran hat avakirin.

Serokatiya Lubnanê di daxuyaniyekê de got serokê Josêf Ewn îstîfakirina hikumeta serok Necîb Mîqatî erê kir û Newaf Selam ji bo serokê hikumeta nû erkdar kir, her wiha mersûma avakirina hikumeteke ji 24 wezîran îmze kir.

Selam diyar kir ku wê hikumeta nû sererastkirinên aborî pêk bîne ku welat bigihîne jinûve avakirinê ve bibe. Ji ber ku di şerê salekê yê di navbera Îsraîl û Hizbullah de gelek wêranî çêbûn.

Avakirina hikumetê piştî dan û standinên 3 hefteyan ên bi partiyên siyasî yên li Lubnanê re pêk hat ku berpirsiyarî bi awaykî kotayî werin parvekirin.

Beriya ragihandina avakirina hikumetê, li Qesra Komarê serokê komarê Josêf Ewn, serokê hikumeta Newaf Selam û serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî li hev civiyan.

(fr)