Bi wesîleya derbasbûna mehekê şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn

Bi boneya derbasbûna mehekê di ser çalakiyên li bendavê re, çalakgeran şehîdên Bendava Tişrînê bi bîr anîn.

Bi wesîleya derbasbûna mehekê şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
8 sibat, 2025   21:07
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Ji 8ˋê Kanûna 2024ˋan ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer û bêmirov, top û hawanan Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hedef digirin. Li hember van êrişan û ji bo parastina bendavê ji hilweşînê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ˋê Çileyê ve bi karwanan berê xwe didin bendavê.

Çalakiyên li bendavê weke nobed hatin destpêkirin. Karwanên welatiyan ji tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dorveger berê xwe didin bendavê.

Di mehekê de, ji ber hedefgirtinên yekser ên çalakgeran ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve 24 welatî şehîd bûn û zêdetirî 200 kes birîndar bûn.

Îro, xelkê kantona Firatê yê li Bendava Tişrînê bi boneya derbasbûna mehekê di ser çalakiyên parastina bendavê de şehîdên bendavê bi bîr anîn. Di çalakiyê de Eyşe Efendî tevahî şehîd bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hember fedekariyên şehîdên Bendava Tişrînê û malbatên wan bi bîr tînin û dibêjin em li vir in, parastina bendav, şênî û zarokên xwe dikin."

Eyşe wiha domand: "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin, wek çawa em di Kobanê de bi ser ketine. Ji ber ku dîrok xwe dubare dike."

Hevserokê Deteya Jîngehê ya kantona Firatê Arif Balî got heta êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestin gelê herêmê li ser Bendava Tişrînê ye.

(fr)

ANHA