Hêzên Şamê 9 balafirên bêmirov ên çeteyan li Idlib û Laziqiyê xistin
Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku hêzên wê gelek balafirên bêmirov ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Idlib û Laziqiyê xistin xwarê.
Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku hêzên wê 9 balafirên bêmirov ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Idlib û Laziqiyê anîn xwarê. Çeteyan bi wan balafiran hewl dida nuqteyên leşkerî, gund û bajarokên wan herêman hedef bigirtana.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişên hewayî li nuqteyên gundewarên Laziqiyê û Idlibê pêk anîn. Ev 2 roj e balafirên şer ên Rûsyayê wan herêman hedef digirin.
(mh)