Hêzên hikumeta Şamê baregehên çeteyan bombebaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê bi top û balafirên bêmirov baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundewarên Heleb û Idlibê bombebaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê baregehên çeteyan bombebaran kirin
18 nîsan 2024   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku vê sibê balafireke xwekuj a hikumeta Şamê noqteyeke çeteyên dewleta Tirk a li eniya deşta Xabê ya li rojavayê Hemayê bombebaran kir. Hemwextî wê hêzên hikumeta Şamê dora El Şêx Sindiyan, eniyên Sirmeniyê, Qerqûr, Diwêr El Ekrad, bajarokê Fitîra, Kensefra û Bare yên li çiyayê Zawiye topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li eniya Kibîne ya bakurê Laziqiye, leşkerekî hikumeta Şamê bi guleya sekvanên çeteyên Fetih El Mubîn hatiye kuştin.

Bi vê daneyê re, ji destpêka salê ve 188 kes li "herêma bêçek" di 160 êrişên cuda de hatine kuştin û zêdetirî 67 kes jî birîndar bûne.

(şx)