Hêzên Ewlekariyê êriş şikand: Çeteyek hat kuştin, du çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê êrişeke şaneyên DAIŞˈê têk bir. Di pevçûnan de çeteyek hat kuştin û du çete hatin girtin.

Hêzên Ewlekariyê êriş şikand: Çeteyek hat kuştin, du çete hatin girtin
26 ÇILE, 2025   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de ev agahî parve kirin: "Şaneyeke rêxistina terorîst a DAIŞˈê li devera Hebo ya bajarê Hesekê êrişî dewriyeya hêzên me kir. Şaneya ku di êrişê de 3 motorsîklet bi kar anîn du bomeyên destan avêtin dewriyeyê.

Hêzên me bersiva êrişê dan û pevçûneke demkurt qewimî. Di encamê de endamekê şaneya terostî li cihê bûyerê hat kuştin û 2 endamên din ên şaneyê hatin girtin. Hêzên me li herêmê operasyona lêgerînê didomînin.

Em dê ji bo mîsogerkirrina parastina aramiya herêmên me û têkbirina gefên li ser ewlehî û silametiya sivîlan hemû tedbîrên pêwîst bigirin."

(bb)