Hêzên ewlekariyê 43 hezar û 300 hebên kaptagonê desteser kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Tolhildana ji bo Şehîdên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir de li bajarê Minbicê 43 hezar û 300 hebên kaptagonê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên me yên têkoşîna li dijî madeyên hişbir di çarçoveya berdewamiya hemleya Tolhildana Şehîdên dijî Madeyên Hişbir de ku li Hemze Begê şehîd bûbûn, 43 hezar û 300 hebên kaptagon desteser kirin. Her wiha piştî ku pevçûn derket û hêzên me bersiv dan, bêyî ku zirar bê dîtin 3 kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatine destgîrikirin û madeyên hişbir ên hatine desteserkirin, piştî bidawîkirina tedbîrên pêwîst dê ji bo Dozgeriya Giştî bên veguhastin.”
(şx/c)