Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekriya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di êrişeke şaneyên veşartî de li Hesekê şehîd bû eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
29 ÇILE, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriy bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di êrişeke şaneyên veşartî de li Hesekê şehîd bû eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê Hêzên Eelekariya Hundirîn Xidir Ahmed Al Osman dema li ser erka xwe bû, roja 24`ê çileyê li Hesekê di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Nasnameya şehîda wiha ye:

Nav û Paşnav: Xidir Al Osman
Navê Dayikê: Sebha
Navê bav: Ahmed
Cih û Dîroka ji dayikbûnê: Eyn Al Hara – 15ê cotmehê 1993
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Hesekê – 27 berfanbara 2021
Cih û dîroka Şehadetê: Hesekê – 24ê çile 2025

(k)