Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê operasyonek li dar xist

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişa li dijî wesayîteke leşkerî, operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê pêk anî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê operasyonek li dar xist
16 cotmeh, 2026   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Hesekê ragihandine, Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro operasyoneke paqijkirin û lêgerînê li taxa Neşwaiyê pêk anî.

Çavkanî got, operasyon piştî ku kesekî êrişî wesayîteke leşkerî kir û reviya, pêk hat.

Heman çavkanî agahî da ku operasyon di çarçoveya lêgerîna li êrişan û ewlehiya taxê de hat lidarxistin.

(bb)