Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê di civîna xwe ya salê de xebatên salekê nîqaş kirin û nexşerêya pêşxistina performansa hêzan li kantonê danî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê xebatên salekê nîqaş kirin
25 kanûn, 2025   17:13
DÊRAZOR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane ji bo nirxandina rewşa siyasî, ewlehî û danîna nexşerêya sala bê civîna salê li dar xist.

Civîn li hola Navenda Çand û Ronakbîrê ya herêma Meamil, bi amadebûna Fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê, nûnerên ji Meclisa Rêveber a Dêrazorê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên hêzan û Desteya Hundirîn a kantona Dêrazorê hat lidarxistin.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê Fadiya El Badî bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya vê civînê ji bo nirxandina destkeftiyên ewlehiyê yên li Dêrazorê û pêşxistina mekanîzmayên xebatê ji bo rûbirûbûna zehmetiyên zêde.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid El Hesen rewşa siyasî nirxandin û bal kişand ser peymana 10ˊê Adarê.

Dûre sînevîzyonek li ser xebat û karên hêzan ên salekê sînevîzyonek hat pêşkêş kirin. Rapora salê jî ji hêla endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fatme El Mistefa ve hat xwendin.

Civîn bi nîqaş û diyalogê dewam kir û li sin encamnameyekê ji bo qonaxa bê lihevkirin çêbû û wiha ye:

Zêdekirin dewreyên perwerdê ji bo endaman ku asta wan a fikrî, felsefî û siyasî bilind bibe.

Berfirehkirina belavkirina pergala kamereyên çavdêriyê li bajar û bajarokan ji bo parastina civakê ji şaneyên terorîst.

Zêdekirina hemleyên ewlehiyê yên ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞˊê û aliyên texrîbkar li herêmên germ.

Di dawiyê de hêzan anî ziman ku ew ê her tim parastina gelê xwe, destkeftiyên şehîdên kantona Dêrazorê û projeya neteweya demokratîk bikin.

(fr)

ANHA