Civîna Desteya Şêwirmendiyê ya şêniyên Reqa û Tebqa bi dawî bû

Desteya Şêwirmendiyê ya şêniyên Reqa û Tebqayê piştgiriya xwe ji bo peymana 10ˊê Adarê nîşan da, ew wekî gaveke girîng a siyasî bi nav kir ku baweriyê xurt dike û rê li ber çareseriya neteweyî ya berfireh a li ser bingeha hevkariyê ne dûrxistinê vedike. Beşdaran hevgirtina xwe bi QSDˊê re nîşan da.

Civîna Desteya Şêwirmendiyê ya şêniyên Reqa û Tebqa bi dawî bû
25 kanûn, 2025   17:57
TEBQA

Desteya şêwirmendiyê ya şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê ya ji bo piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya Sûriyeyê û peymana 10’ê Adarê, civînek li dar xist. Civîn li Hola Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi amadebûna şandeyeke partiyên siyasî, hêzên leşkerî, endamên komîteya dan û standinên, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêx û rûspiyên eşîran, oldar û nûnerên saziyên sivîl tê lidarxistin.

Piştî wergirtina nêrînên beşdaran, endamê Desteya Şêwirmendiyê Xalid El Mûsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê nakokiyên Sûriyeyê bi rêya diyaloga navxweyî ya li ser bingeha danûstandin û rêzgirtinê werin çareserkirin, mentiqê dûrxistinê û ferzkirina rewşê bi darê zorê hatin redkirin û hat gotin ku çareseriya siyasî ya niştîmanî rêya yekane ya avakirina Sûriyeya siberojê ye.

Beşdaran girîngî da yekitiya xak û gelê Sûriyeyê, parastina serweriya neteweyî li teahî erdnîgariya Sûriyeyê û projeyên parçebûnê red kirin û hat diayrkirin ku ewlehiya şêniyan xeta sor e, şer an jî rageşiya leşkerî di nava Sûriyeyiyan de bi her awayî hat redkirin.

Tevahî şêweyên xîtabên kîndariyê, provokasyon û hevdu îxanetkirinê hatin şermezarkirin û bang li hêzên siyasî, ragihandî û olî hat kirin ku berpirsiyariyên di pêşxistina çanda diyalog, bexişandin û xurtkirina nrixên jiyana hevbeş de rakirin.

Beşdaran di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji QSDˊê re nîşan da, ku ew hêzeke neteweyî ku roleke bingehîn di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, rûbirûbûna terorê û berevaniya ewlehiya şêniyan de dilîze.

Hat destnîşankirin ku pêwîstî bi serxwebûna biryara neteweyî ya Sûriyeyê û redkirina her fermanên derveyî heye. Di civînê de beşdaran piştgiriya xwe ji tam ji bo peymana 10ˊê Adarê anî ziman, ku ew peyman gaveke girîng a siyasî ye.

Divê Sûriyeya siberojê li ser bingeha pergala demokratîk a neteweyî, destûreke nû ya ku maf û azadiyan garantî dike, pirrengiya beşdar, nenavendîbûn, demokrasî, prensîba hemwelatîbûna wekhev û serweriya qanûnê misoger dike, ava bibe.

Di daxuyaniyê de bal li ser rola girîng a jinên Sûriyeyê wekî hevkarên sereke di têkoşîn, jinûve avakirin û biryardanê de hat kişandin û hat diyarkirin ku pêwîstî bi misogerkirina beşdariya wan a çalak û wekhev di pêvajoya siyasî, nivîsandina destûrê, birêvebirina saziyên dewletê û avakirina Sûriyeya nû ya li ser bingeha edalet û wekheviyê de heye.

Di civînê de hat gotin ku pêwîstî bi aktîvkirina edaleta pêvajoya veguhêz bi awayekî berfireh û zelal heye, ji ber ku ew stûnek bingehîn e ji bo pêkanîna lihevhatina neteweyî, dabînkirina edaletê ji bo qurbaniyan, pêşîgirtina li bêcezatiyê û misogerkirina dubarenebûna trajediyan, li kêlek wê jî vegera koçber û penaberan bo bajar û gundên xwe bi awayekî ku rûmeta wan were parastin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku siberoja Sûriyeyê tenê bi îradeya Sûriyeyiyan, girêdana bi yekitiya welat, bi redkirina nefretê, pejirandina diyalogê wekî rêya yekane, hevkariya ji bo avakirina dewletek edalet, azadî û şirîkatiya neteweyî ya rastîn dikare were avakirin.

(fr)

ANHA