Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyonekê kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê operasyoneke ewlehiyê ya berfireh da destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyonekê kir
3 hezîran, 2026   11:08
HESEKÊ

Bi armanca pêşîgirtina li dizî û sûcên ku di rojên dawîn de li bajêr qewimîne, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê dest bi operasyoneke ewlehiyê ya berfireh kir.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn wergirtine, operasyon dê mehekê berdewam bike, wek beşeke hewldanên ji bo çesipandina ewlehiyê û çareserkirina binpêkirinên ku bandorê li rewşa ewlehiyê ya bajêr dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku operasyon bi giranî motorsîkletan hedef digire û dê bi şev û roj berdewam bike.

(k)