Hêzên Ewlekariya Hundirîn 40 çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 40 şaneyên çeteyên DAIŞ'ê û yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 40 çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk girtin
6 kanûn, 2024   00:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzan di hemleyeke ewlekariyê ya berfireh de di 4'ê Kanûnê de li taxên kantona Reqayê 40 çete girtine û çek û kelûpelên bi wan re desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji çeteyên girtî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê û yên "Ceyş Wetenî" yên dewleta Tirk a dagirker in.

Li gorî daxuyaniyê, çek û kelûpelên bi çeteyan re hatine desteserkirin wiha ne:

3 çekên kalaşnîkov.

90 guleyên kalaşnîkov.

3 dikanên kalaşnîkovê.

3 fîstanên 9 mm.

25 telefonên desta.

Laptop û tablet.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyan hat kirin ku di dema dîtina tevgerên biguman de yekser berê xwe bidin noqteyên ewlekariyê û li hejmarên têkildar bigerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev hemle ya herî mezin a li herêmê ya di vê demê de ye.

(mh)