Heyva Sor goştê qurbanê li xebatkarên Şaredariya Til Temirê belav kir

Bi boneya Cejna Qurbanê, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê goştê qurbanê li karker û karmendên Şaredariya Gel li Til Temirê belav kirin.

Heyva Sor goştê qurbanê li xebatkarên Şaredariya Til Temirê belav kir
29 gulan, 2026   13:52
HESEKÊ

Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê goştê qurbanê li karker û karmendên Şaredariya Gel li bajarê Til Temirê belav kirin.

Di vê înîsiyatîfê de gotşê qurbanê li 130 karker û karmendên şaredariyê hat belavkirin.

Berpirsiyarên înîsiyatîfê diyar kirin ku ev gav di çarçoveya rêzeçalakiyên mirovî yên ji bo Cejna Qurbanê pêk hat, û dan zanîn ku armanca ew e ku barên darayî yên li ser şênî û karkeran sivik bikin û rihê hevgirtinê û piştgiriya hevbeş di navbera beşên civakê de xurt bikin.

(k)