Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya koçberan bang li ciwanan kir

Heyva Sor a Kurd bang li ciwanan kir ku ji bo alîkariya malbatên koçber ên li bajarê Qamişloyê tev li xebatên xwebexş bibin.

Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya koçberan bang li ciwanan kir
28 ÇILE, 2026   12:12
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd ragihand ku hewcedariya wê bi kesên xwebeş heye ji bo piştgirî û alîkariya mirovî û sivikkirina êşa malbatên koçber.

Heyva Sor a Kurd bi rêya malper û platformên xwe, bang li ciwanên di navbera 18 û 35 saliyê de kir ku serdana ofîsa sereke ya Heyva Sor a Kurd a li herêma pîşesaziyê ya li nêzî geraca Qamişloyê bikin da ku navên xwe tomar bikin û erka xwe ya mirovî pêk bînin.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) li Sûriyeyê ragihand ku ji 6`ê Çileyê ve zêdetirî 170 hezar kes ji Heleb, Hesekê û Reqayê ji ber êrişên dawîn ên çeteyên hikumeta demkî koçber bûne. Kesên koçber li kantonên Cizîre û Firatê bi cih bûne.

(k)