'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'

Malbatên dîlgirtiyan bi xwepêşandanekê daxwaza aşkerakirina çarenûsa zarokên xwe û serbestberdana wan kir.

'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'
'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'
'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'
'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'
'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'
'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'
'Heya dîlgirtiyek hebe em ê bêdeng nemînin'
6 nîsan, 2026   13:41
HESEKÊ

Bi sedan, malbat, xizm û hevrêyên dîlgirtiyên li cem hêzên hikumeta demkî, li çerxerêya Kevokê ya li bajarê Hesekê hatin gel hev û xwepêşandanek li dar xist.

Malbat, xizmet û hevrêyên dîlgirtiyan xwestin çarenûsa dîlgirtiyan werin aşkerakirin û di zûtirîn dem de werin azadkirin.

Di xwepêşandanê de wêneyên dîlgirityan hatin hildan û pankartên "Em daxwaza dîlgirtiyan dikin", "Azadî mafeke nabe were paşxistin", "Azadî ji dîlgirtiyên me re", "Ez birayê xwe yê yekane dixwazim", "Heya dîlgirtiyek azad nebe, em ê bêdeng nemînin" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên bi banga serbestberdana dîlgirtiyan hatin berzkirin.

Di xwpêşandanê de axaftin hatin kirin. Bang li aliyên têkildar hat kirin ku berpirsyariyên xwe yîn mirovî û qanûnî bicih bînin û ji bo çareserkirina dosyaya mirovî xebateke xebatek cidî bikin.

Xwepêşanêdaran bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê kirin ku bi lez bendên lihevkirinê bicih bînin û di zûtirîn dem de dîlgirtiyan azad bikin.

(bb)