Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê

Komîteyên Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê ji bo xurtkirina tecrubeyên kadroyên tenduristiyê û hemşîreyan dewreyeke perwerdeyê ji 100 xebatkarên Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra re vekir. Di dewreyê de bijîşkên pispor waneyan didin.

Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
Li Dêrazorê hewldanên pêşxistina tecrubeyên xebatkarên tenduristiyê
24 nîsan, 2024   07:35
DÊRAZOR

Dewre li hola Nexweşxaneya Giştî ya El Kesrayê hate vekirin. Dê mehekê dewam bike û wane li ser dermankirin û destwerdana lezgîn bên dayîn.

Endamê rêveberiya nexweşxaneyê Casim El Riyaş têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: "Em dixwazin pirsporî û tecrubeyên kadroyên tenduristiyê û hemşîreyan li nexweşxaneyê xurt bikin."

El Riyaş diyar kir ku di vê dewreyê de, bijîşkên pispor waneyan didin û got: "Zêdetirî 100 kadroyên nexweşxaneyê tev li dewreyê bûne. Mijarên kardiyopolmenerî ji bo kesên temenmezin û zarokan, tedbîrên desteka pêşîn, mijarên din ên girîng ji bo pêşxistina tecrubeyên kadroyên tenduristiyê di rewşên awarte de, mijarên waneyan in."

Li gorî El Riyaş aşkera kiriye, di hefteyê de 3 semîner dê werin dayîn, dawiya perwerdeyê jî dê bawernameyan ji Komîteya Tenduristiyê wergirin. Her wiha ji vekirina dewreyên wiha jî armanc dikin ku Nexweşxaneya El Kesra veguhera saziyeke akademîk û zanistî.

Hemîşreya bi navê Hîba El Hisên a ku tev li dewreyê bûye, diyar kir ku dewre dê tecrube û pirsporiya wê û hevalên wê bi pêş bixe.

(şx)

ANHA