‘Divê bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca me ya sereke be’

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan xwe feda kir û li hember vê fedakariyê bang kirin ku girîngiyeke mezintir bidin kar û xebatên xwe û têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

‘Divê bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca me ya sereke be’
24 nîsan, 2024   02:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Desthilata Tirk a heta niha daxwaznameyên hevdîtinê yên parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan, bê bersiv dihêle.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê der barê mijarê de diyar kir ku ew ê bê westan û bê navber tê bikoşin, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Dayika şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Can Fîda ku dawiya 2020`an tev li yekîneyê bûye, Necme Muslim Cemo got: "Bi şer an bi aştî em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin."

Necme bi xwe ji Kobanê ye lê niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne û der barê mijarê de axaftina xwe wiha domand: "Serok, ji bo me, ji bo rastiyê û azadiya me tê koşiye. Em jî dev ji xwestina azadiya wî ya fîzîkî bernadin."

Şêniya bi navê Semîra Cemo jî got: "Ji 26 salan ve, Serok dîl girtiye. Ji 3 salan ve agahî jê qut bûne. Dagirkera Tirk jî nahêle ne malbat ne jî parêzer wî bibînin. Em israr dikin ku agahiyekê ji ser bibihîzin û ji rewşa wî piştrast bin.”

Semîrayê diyar kir ku ew li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in û dixwazin wî di nav xwe de azad bibînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Heta em vê armanc bi dest bixin, em ê li ber xwe bidin û li ser rêya şehîdên xwe bin."

Di dawiyê de Semîrayê got: "Serkeftin her tim para xwediyê heq e. Azadî layiqî me ye. Em ê xwe li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin. Wî em ji xefletê xilas kirin û rûyê rastîn ê dagirkeran û pergalên desthilat aşkera kir. Bi saya wî me ewqas destkeftî bi dest xistin."

‘DIVÊ AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN ARMANCA ME YA SEREKE BE’

Zîze Hesen Hebeş ku sala 1997`an li Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye jî, got: "Rêberê me, ji bo me li ber xwe da. Canê xwe feda kir. Divê em girîngiyeke mezintir bidin kar û xebatên xwe û armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be."

Zîze endameke Meclisa Malbatên Şehîdan e û cihê xwe di komîteya lihevanîn ya komîna ku lê dimîne de girtiye. Zîze bi domdarî got: "Em ê kar û xebatên xwe li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin. Her çiqas dagirkerî helw bide vîna me bişikîne lê nikare. Ji ber ku yên li ber destê Rêbertî perwerde dîtine, kesek nikare vîna wan bişikîne heta ku cîhan tev da li ser serê an kom bibe."

Di dawiyê de Zîzeyê bal kişand ser rola yekitiyê di pêkanîna armancan de û got: "Ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ocalna bi dest bixin, divê em bibin yek.”

Zîze dayika şervanê HPG`ê Sîpan (Nîdal Cemo) e ku sala 2004`an şehîd bûye.

(şx)

ANHA