Hewldaneke çeteyan hat têkbirin

Hêzên Eniya Cebhet El Ekrad hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bikevin gundê El Biwêhîc ê kantona Minbicê, têk bir.

Hewldaneke çeteyan hat têkbirin
19 adar, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî QSD’ê, bersiva çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên dixwestin bikevin gundê El Biwêhîc ê rojavayê Minbicê, da.

Di encama bersivdayînê de şer derket. Şervanên Cebhet El Ekrad hewldana çeteyan têk bir û çete neçar kirin ku paşde vekişin.

(bb)

ANHA