Îsraîl careke din li nuqteyên Şamê dan

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê Şamê bombebaran kirine.

Îsraîl careke din li nuqteyên Şamê dan
19 adar, 2024   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên ser bi hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî girtine, barbanga îro saet derdora 02.10’an nuqteyên leşkerî yên li gundewarê Şamê hatin bombebarankirin. Hate diyarkirin ku êriş ji aliyê Colanê ve hatiye kirin.

Heman çavkanî got: "Pergala me ya parastina asîmanî bersiva moşekan da û hinek ji wan xistin." Hate diyarkirin ku zerar tenê madî ne.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî, Îsraîlê derdora herêma Yebrûd a gundewarê Şamê bombebaran kir. SOHR’ê piştrast kir ku hêzên hikumeta Şamê bersiva hin hedefan da.

(bb)