Hewldana derbaskirina cenazeyên Ş. Nazim û Cîhan bo warê wan wê bidome

Şandeya wergirtina cenazeyên hevalên me yên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, ji ber astengiyên dewleta Tirk nekarîbûn ji sînor derbas bibin. Endamên şandeyê diyar kirin ku ew ê hewldanên xwe bidomînin.  

Hewldana derbaskirina cenazeyên Ş. Nazim û Cîhan bo warê wan wê bidome
Hewldana derbaskirina cenazeyên Ş. Nazim û Cîhan bo warê wan wê bidome
Hewldana derbaskirina cenazeyên Ş. Nazim û Cîhan bo warê wan wê bidome
16 ÇILE, 2025   09:32
QAMIŞLO

Hevalê me yê rojnamevan Nazim Daştan ê ji bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, ji 2014’an ve, nûçegihana ajansa me (ANHA) Cîhan Bîlgîn a ji bajarê Mêrdînê jî, ji sala 2017’an ve geşedanên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dişopandin, şoreşa gelan ji cîhanê re radigandin. Herdu rojnamevanan di heman demê êrişên qirkirin û dagirkirinê yên li ser herêmê jî dişopandin.

Herî dawiyê herdu hevalên me êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq ên ji 8’ê Kanûna 2024’an ve destpêkirin, dişopandin.

Roja 19`ê Kanûnê (2024) hevalên me Cîhan û Nazim, piştî ku êrişa li ser Bendava Tişrînê şopandin, di dema vegerê de, wesayîta wan li ser rêya di navbera bajarê Sirînê û Bendava Tişrînê de, bû hedefa bombeyên balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk. Herdû hevalên me di êrişê de şehîd bûn, ajokarê wesayîtê jî birîndar bû. 

CENAZE 24 ROJAN HATIN RAWESTANDIN

Piştî şehadetê, malbatên herdu rojnamevanan bi alîkariya siyasetmedar, rojnamevan û parasvanên mafên mirovan xwestin cenazeyên zarokên xwe werbigrin û li warê wan bispêrin axê. Ji ber vê daxwaza malbatan û serlêdanên wan, cenazeyên herû hevalên me, li morga bajarê Qamişlo hatin rawestandin.

Ji wergirtina cenazeyan şandeyek ku ji Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Li Derguşa Şaristaniyan Mirovên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle-Firatê (DFG) pêk tê, hat avakirin.

Şande piştî hewldan û serlêdanan, ji bo ku derbasî Başûrê Kurdistanê û ji wir jî li Deriyê Sînor ê Sêmalka yê Rojava cenazeyan werbigire, roja 6’ê Çileyê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. 

LI QAMIŞLO MERASÎMA OXIRKIRINÊ, LI DERIYÊ SÎNOR ASTENGKIRIN

Hatibû gotin ku rayedarên dewletê astengiyan dernaxînin û şande wê derbas bibe, lewma heman rojê (6’ê Çile) li bajarê Qmişlo, ji bo Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Dihat plankirin ku cenazeyên herdû rojnamevanan ji aliyê rêhevalên wan û gel ve radestî malbatan werin kirin. Lê malbatên herû hevalên me û şandeya pê re, li Deriyê Sînor ê Xabûrê (Xelîl Îbrahîm) hat astengkirin. Lewma cenaze Şehîd Cîhan û Nazim careke din vegerandin morgê. 

PIŞTÎ 3 ROJAN LI QAMIŞLO SPARTIN AXÊ

Malbat û şande 3 rojan li deriyê sînor hat astengkirin û destûra derbasbûna wan nehat dayîn. Piştî şêwîrin û danûstendinan malbat û şande ji deriyê sînor vegeriya. Lewma, cenazeyên hevalên me Cîhan û Nazim piştî 24 rojan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan a Qamişlo ji aliyê rêvalên wan û gel ve ber bi bêdawîbûnê ve hatin oxirkirin.

BIRYARA ŞANDEYÊ

Endamê DFG’ê Rojnamevan Bîlal Guldem ku ew jî di nava  şandeyê de bû, got ku midûriyeta polîsan a Silopyayê di bin navê ‘sîstem tune ye’ de, destûr nedaye ku ew derbasî Hewlêrê bibin. Guldem da zanîn ku ji bo ku cenaze zêde li derve neyên hiştin û bi vî rengî îşkence neyê kirin, şandeyê biryar daye ku cenaze li bajarê Qamişlo bên definkirin.

‘EM DEST JI TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BERNADIN’

Li gorî qanûnên navneteweyî û yên Tirkiyeyê jî, veguhestina cenazeyan mafekî mirovî ye û nabe ku astengî werin derxistin.

Bîlal Guldem anî ziman ku malbatan bi israr xwestiye ku cenazeyên xwe bigirin, lê destur nehatiye dayîn, şandeyê jî, li ser esasê ku hewldanên xwe bidomînin ew îkna kirine da ku vegerin. Lewma ew ê wekî şande hewldanên xwe bidomînin û got: “Em ê dest ji têkoşîna hiqûqî ya malbatan bernedin, hêrsa li hemberî vê neheqiyê jî wê dewam bike.”

(sb/a)

ANHA