Hevserokê KNK’ê: Projeya tesfiyekirina Kurd di dewrê de ye, konferansa netewî pêwîst e

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs got: “Li gel pêvajoya li Tirkiyeyê projeya qirkirina Kurdan di dewrê de ye. Berxwedana gelê Kurd ev proje rawestand. Divê demildest konferansek netewî bê lidarxistin, beriya tevahî destkeftiyên Kurdan bên tesfiyekirin. Divê çalakiyên li Kurdistan û diyasporayê bidomin”.

Hevserokê KNK’ê: Projeya tesfiyekirina Kurd di dewrê de ye, konferansa netewî pêwîst e
31 ÇILE, 2026   06:05
QAMIŞLO

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs di derbarê pêvajoyê, di vê pêvajoyê de girîngiya yekîtiya Kurdan û erkê dikeve ser milê KNK’ê ji ajansa me re axivî.

Ehmed Karamûs diyar kir ku bi êrişên li ser taxên Şexmêqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re qonaxeke nû dest pê kir û wiha got: “Di vê qonaxê de stratejiya desthilata Şamê diyar bû. Li ser tifaqên hatine çêkirin çi li Washington, çi li Parîs dibe û çi jî di qada navnetewî de be, gelek hêzan tifaqek fermî çêkirin. Di vê tifaqê de desthilata Şamê bi pêşengiya Tirkiyeyê êrişî tevahiya Rojavayê Kurdistanê bike, armanca wan ew bû tevahî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bê tesfiyekirin.

BERXWEDANA GELÊ KURD QIRKIRIN RAWESTAND

Lê di vê qonaxê de gelê Kurdistanê ji her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li diyasporayê ne, di dîroka Kurd de bi şêwazek îstisna bi berxwedaneke bêhempa daketin kolanan. Ev berxwedan li pêşiya vê projeya tesfiyekirina gelê Kurd bû astengek. Gelê Kurd bi yekrêziya xwe pêşî li komkujiyan girt. Her ku diçe ev hestên neteweyî bilind dibin. Vê bandorek mezin li cîhanê kir. Piştî van çalakiyan ew bêdengiya gelek welatan hêdî hêdî hat şikandin. Ev bi saya vîna gelê Kurd ku tesfiyê qebûl nake çêbû.

Em bi hêvîne vê berteka gelê Kurd peyamek dabe sazî, rêxistin û partiyên Kurdistanî yên çar parçeyên Kurdistanê. Divê peyama gelê xwe têbigihin. Li gor wê tevbigerin û yekrêziyê çêbikin, li gorî stratejiyeke nîştimanî li hev bikin.”

DIVÊ DEMILDEST KONFERANSEK NETEWÎ BÊ LIDARXISTIN, BERIYA EM TEVAHÎ DESTKEFTIYÊN XWE WINDA BIKIN

Ehmed Karamûs wiha qala hewldanên KNK’ê yên ji bo yekbûna partî û saziyên Kurd kir: “Berê jî erk û mîsyonek nîştimanî ya KNK’ê ye ku em yekrêziya Kurd mîsoger bikin. Piştî van bûyeran ne tenê Rojava, her çar parçeyên Kurdistanê di rojeva van hêzan de ye û dixwazin destkefiyên Kurdan ji holê rakin. Li gel ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke danûstandinê dimeşe jî dixwazin Kurdan tesfiye bikin. Em jî tenê dikarin bi yekrêziyê ji vê planê re bibin bersiv.

Me li gel tevahî partiyên Kurdî yên li Rojava hevdîtinek pêk anî. Me li nêrîn û pêşniyarên wan guhdar kir. Dê hevdîtinên me bidomin. Li gel Şandeya Kurdî û Başûrê Kurdistanê jî dê hevdîtinên me çêbin. Em hêvî ne ku demildest em karibin konferansekî netewî li dar bixin. Beriya ku derfetên xwe ji dest bibin. Ev daxwaze gelê Kurdistanê û KNK’ê ye. Niha gelê Kurd erk û rolek cudatir xist ser milê KNK’ê.”

DIVÊ BERXWEDAN RANEWESTE

Ehmed Karamûs bang li tevahî Kurdan kir û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Çi li Ewropa dibe, çi li Kurdistanê dibe, li ku dera cîhanê dibe bila bibe, divê navber nede van çalakî û berxwedana xwe. Divê em Rojava ji bîr nekin û piştgiriyê bidin wan. Alîkarî û piştgiriya bi Rojava re erkekî nîştimanî ye li ser milê her Kurdekê.”

(bî-sb/fr)

ANHA