Kongra Star: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê li biryara xwe vegere

Kongra Star têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir biryar wek erêkirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye û destnîşan kir ku divê komîte li biryara vegere.

Kongra Star: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê li biryara xwe vegere
25 îlon, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 17’ê Îlonê de biryar dabû ku rewşa li Îmraliyê heta Îlona 2025ʹan bişopîne.

Meclisa Kongra Star li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha destnîşan kir:

“Berxwedana dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji 26 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de raber dike, bersiva siyaseta qirkirina siyasî, leşkerî û çandî ye ku rejîmên cîhanê yên hegemon û alavên wê li ser herêmê dimeşînin. Di serî de rejîma Erdogan, li dijî gelê Kurd û gelên banga azadiyê dikin, van binpêkirinan dimeşînin. Rêber Abdullah Ocalan teoriya neteweya demokratîk û konfederaliya Rojhilata Navîn a demokratîk pêşkêş kir, azadiya jinan û rola wan ya teware û sereke wek bingeha pêkanîna civaka polîtîk-exlaqî dît. Li gorî girîngiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a pêşkêşkirina çareyên bingehîn ji pirsgirêk û aloziyan re, her wiha ji bo xizmeta tevahî mirovahiyê, pêngava navneteweyî ya ʹJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ hat destpêkirin. Lê pergala îşkence û tecrîdê ya li dijî Rêbertî bi bihane û hincetên derew tu têkiliya xwe bi nirxên mirovî û prensîbên mafên mirovan re tune ye. Ew yek nîşaneya zîhniyeta faşîst û destpotiya AKP-MHPʹê ye.

Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku piştî civîna di 17ʹê Îlonê de li ser pergala îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye dayîn ku rewşa li Îmraliyê heta Îlona 2025ʹan bişopîne, mîna erêkirineke tiştên li Îmraliyê e.

Em Meclisa Kongra Star, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku li biryara xwe vegere, her wiha bang li civata navneteweyî, NYʹyê û saziyên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe li hember binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên û ʹmafê hêviyêʹ rabin.

Her wiha em bang li tevahî hêzên sosyalîst, demokratîk, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku tev bigerin û bi rêya piştgirî û beşdarbûna aktîf li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna hevbeş xurt bikin. Her wiha em tevgera Kongra Star, em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.”