Hevşaredarên Elîh, Mêrdîn û Xelfetî: Dê nekarin encam bi dest bixin

Li hemberî gaspkirina şaredariyên Elih, Mêrdîn û Xelfetî hevşaredaran diyarkirin ku li hemberî vê zilmê dê tu carî gav paşde neavêjin û gotin: “Bi vê siyaseta rizî, bi van polîtîkayên xespê dê nekare encamekê bi dest bixe. Me duh qebûl nekir û dê îro jî qebûl nekin.”

Hevşaredarên Elîh, Mêrdîn û Xelfetî: Dê nekarin encam bi dest bixin
4 mijdar, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk di saetên sibehê de şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn gasp kir û qeyûm avet. 

Li hemberî vê yekemîn helwest ji aliye hevşaredarên qeyûm ser wan hatiye avetin, hat.

`ME TU CARÎ VÊ REJÎMA TALANKER QEBÛL NEKIR Û NAKIN`

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk têkildarî tayînkirina qeyûm li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Sonuk, bertek nîşan da û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dengên jin, ciwan û gelê me, bi saya kedê gelê me li seranserî Tirkiyeyê bi rêjeya herî mezin em hatin hilbijartin. Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”

`EV, ZİLM E`

Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku ajansa Mezopotamyayê (MA) pê re axiviyê, ani zîman ku biryara tayînkirina qeyûm ji hêla polîsan ve hatiye teblîxkirin û got: “Ev biryar tê wateya nenaskirina îradeya gelê kurd. Bi sala ye wiha didome. Gelê me îradeya xwe raber dike ku xwe birêve bibe. Zîhniyeta ku vê ranagire, her carê derdikeve holê. Ev, zilm e. Gelê me vê heq nake. Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê paşve gav neavêjin. Em ê her tim di nav gel de bin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Em hevşaredar ji hêla gel ve hatin hilbijartin. Her çend bi awayeke fermî li ser peywira xwe nebin jî em ê bi gelê xwe re bin.”

`Bİ VÊ SİYASETA RİZÎ DÊ NEKARE ENCAMEKÊ Bİ DEST BİXE`

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Îro di danê sibehê de careke li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm hate tayînkirin. Îktîdarê careke din li dijî îradeya gel darbe kir. Gelê me beriya niha bi du caran li dijî xespkirina îradeyê seknekî zelal nîşan da. Li ser sindoqê nîşan da ku van polîtîkayan qebûl nake. Tevî van jî îktîdar di xespkirina îradeyê de israr dike û ev yek nîşaneya tunebûna wê ya siyasî ye. Bi vê siyaseta rizî, bi van polîtîkayên xespê dê nekare encamekê bi dest bixe. Me duh qebûl nekir û dê îro jî qebûl nekin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku li dijî vê xespkirina îradeyê bên pêşiya şaredariyê û xwedî li îradeya xwe derkevin. Şaredarî yên gel in. Qeyûm, derbe ye.”