Hevdîtinên şandeya HDK, DEM Partî û DBP’ê yên li Başûr bidawî bûn

Hevdîtinên şandeya HDK, DEM Partî û DBP’ê yên li Başûrê Kurdistanê bi dawî bûn.

Hevdîtinên şandeya HDK, DEM Partî û DBP’ê yên li Başûr bidawî bûn
23 nîsan, 2025   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ku ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin de hevdîtin pêk anîn.

Di şandeya ku serdanên li Başûrê Kurdistanê pêk anî de, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Endamê Desteya Rêveber ya Ciwanan ya DEM Partiyê Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBP’ê Murat Sarisaç, Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydeniz, Hevberdevkê Meclisa Ciwanan Rezan Kaganarslan û Nûnerê Hewlêrê Murat Şen cih girtin.

Şande îro saet di 10.00’an de pêşiyê bi Tevgera Yekgirtûya Îslamî re hevdîtin kir. Paşê şandeya hevbeş a HDK, DEM Partî û DBP’ê, saet di 12.00’an de li Walîtiya Hewlêrê bi Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re civiya.

Piştî hevdîtina bi Waliyê Hewlêrê re, şande bi Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Netewa Demokratik a Kurdistan û Yêkitîya Neteweya Demoktatik a Kurdistan (YNDK) li bajarê Hewlêrê hevdîtinên cuda pêk anîn.

Di hevdîtinên şandeyê bi van saziyên siyasî re, wekî di hevdîtinên berê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û nêzîkatiyên partiyên Başûrê Kurdistanê yên li beramber vê pêvajoyê hatin nirxandin. Şandeyê her wiha ji aliyên ku pê re hevdîtin kirîn, dîtin û pêşniyarên derbarê pêvajoyê de jî wergirtin.

Şandeya hevbeş ya HDK, DEM Partî û DBP’ê di van hevdîtinan de bendewariyên xwe ji partî û kesayetiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re anîn ziman û diyar kir ku divê piştgiriya zêdetir ji pêvajoyê re were dayîn û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurd di vê pêvajoyê de.

Bi van hevdîtinên dawî yên ku şandeyê îro li Hewlêrê pêk anîn re, gera li Hewlêrê bi dawî bû.

Ev hevdîtinên ku ji aliyê HDK, DEM Partî û DBP’ê ve hatin pêkanîn, wek domandina hevdîtinên ku Şandeya Îmraliyê di navbera 15-18’ê Sibatê de li Başûrê Kurdistanê pêk anîbûn, tê dîtin.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 15’ê Sibatê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, di nav 3 rojan de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, Serokê hikûmeta demborî ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endama Dîwana Serkirdayetiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin kiribûn û silav û peyamên Rêber Apo gihandibûn.

Piştî vê hevdîtinê, di 24’ê Adarê de, DEM Partî û DBP’ê bi şandeke hevbeş ya nû re dîsa serdana Başûrê Kurdistanê û serdanên xwe ji cihê ku Şandeya Îmraliyê hiştibû, li Silêmaniyê dest bi hevdîtinan kiribûn.

Di şandeya Partiya DEM Partiyê û DBP’ê de ya ku di 24’ê Adarê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebru Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Meclisê Saliha Aydeniz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fidan cih girtibûn.

Şande, ji ber dema sînordar, bêyî ku serdana Hewlêrê bike, vegeriyabû Tirkiyeyê.