Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û AKP’ê dest pê kir

Endamên Heyetê parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol li Meclîsa Tirkiyê bi heyeta AKPê re civiyan.

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û AKP’ê dest pê kir
20 kanûn, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî didomîne. 

Endamên Heyetê parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li Meclîsa tirkiyê serdana heyeta AKPê kir. Heyeta Îmraliyê ji aliyê Serokê Koma AKPê Abdullah Guler, Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Serokwekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala ve hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.