Hêrsa li hember sûcên li dijî jinan zêde dibe

Tevger û rêxistinên jinan sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û li dijî van sûcan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Hêrsa li hember sûcên li dijî jinan zêde dibe
Hêrsa li hember sûcên li dijî jinan zêde dibe
Hêrsa li hember sûcên li dijî jinan zêde dibe
13 ÇILE, 2024   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û cezayê giran ên li dijî jinên revandî yên li Efrînê şermezar kirin.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcên şer li dijî jinan dikin. Rêxistina Star bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî van sûcan erkên xwe bi cih bînin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya bajarokê Hecînê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê jî daxuyaniyek da. Endama meclisê Muna El Hamid daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan e.

Li navçeya Eyn Îsayê jî jinan li ber navenda Kongra Star kom bûn û daxuyaniyek da. Rêvebera Kongra Star daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sûcên delweta Tirk ên li herêmên dagirkirî li dijî jinan têne kirin, li dijî qanûnên cezayan a navneteweyî û peymanên Cinêvê ne. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî dagirker û çeteyan erkên xwe bi cih bînin.

Li bajarê Hesekê jî Kongra Star daxuyaniyek da. Berdevka Mala Jinan a bajarê Hesekê Lemya Hentûş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de sûcên li herêmên dagirkirî û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hat kirin ku komîteyeke lêkolînkirina rastiyan bişînin Efrînê da ku sûcên li wir têne kirin, bibînin.

Kongra Star di dawiyê de bang li tevahî jinan û rêxistinên jinan kir ku li hemberî komkujiyên li dijî jinan têne kirin têkoşînê geş bikin.

(bb)

ANHA