Hejmara  Serxwebûn a Kanûnê ya Tirkî derket

Hejmara rojnameya Serxwebûn a meha Kanûnê ya bi zimanê Tirkî bi manşeta “Di Sala Pêngavê ya 2023’yan de artêşa Tirk çok danîn” derket.

Hejmara  Serxwebûn a Kanûnê ya Tirkî derket
30 kanûn, 2023   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnameya Serxwebûn ya bi zimanê Tirkî bi hejmara 504’an li ber destê xwîneran ne. Rojnameya ku bi manşeta “Di Sala Pêngavê ya 2023’yan de artêşa Tirk çok danîn” derket, cih da buyer û rûdanên ku mohra  xwe li sala 2023’yan dane.

Nirxandina salê ya  Koordinasyona KJK’ê, nivîsa bi navê, “Bexwedana sala 2023’yan zemîn û derfeta serkeftinê derxist holê” ya Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersîm, nivîsa Ferzende Îsyan a bi navê “Em dersên têkoşîna sala 2023’yan rast derxînin holê, di xeta berxwedanê ya Apoyî de kûr bibin û bimeşin serkeftinê” çend nivîsên nirxandina salê yên rojnameyê ne.

Nivîsa Endamê Komaîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan a bi sernavê “Em Bi Hemleya Azadiyê ya Gerdûnî Bersiv bidin Şerên Qirqirinê Yên Dijî Gelan Tên Meşandin” ku şerê Îsraîl-Hamasê dinîrxîne yek ji nivîsên girîng ên vê hejmarê ne.  

Rojnameyê her wiha  cihêkî girîng  daye pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku li seranserê cîhanê hatiyê destpêkirin û nivîsên nivîsên bi navê, “Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a 10’ê Kanûnê”. 

Di hejmara nû ya rojnameyê de çend nivîsên din ên girîng jî wiha ne:

Mutefîktiya Xwezayî, Dostatiya Stratejîk û Bîrdozî / Dûran Kalkan

Her Şer li Dijî Xwezayê ye / Arjîn Rozarîn

Weke Şerê Taybet, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn / Cemal Şerîk

Dîplomasiya Neteweyî ya Demokratîk / Demhat Navdar

Di Rastiya Agir de Hezkirina Heqîqetê (Bîranîna) / Îskan Amed

Hûn dikarin li ser vê lînkê http://serxwebun.org/xwe bigihînin hemû nivîsên rojnameya Serxwebûnê.