Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin

Cenazeyê sînemager Mensûr Kerîmyan ku 23’yê Kanûnê (2023) di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat oxirkirin.

Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
Sînemager Şehîd Mensûr Kerîmyan ber bi Başûr ve hat oxirkirin
30 kanûn, 2023   13:50
QAMIŞLO

Şehîd Mensûr Kerîmyan îro ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat birêkirin. Piştî îlankirina şehadetê malbata Şehîd Mensûr hat Rojava û cenazeyê zarokê xwe wegirt. 

Li gel malbatê bi sedan welatiyên Kantona Cizîrê jî cenazeyê Şehîd Mensûr Kerîmyan îro (30 Kanûn 2023) ji Nexweşxaneya El Watanî ya li Dêrikê wergir û bi karwanekî seyareyan ku ji dehan seyareyan pêk tê birin Deriyê Sînor ê Sêmalka.

Şehîd Mensur Kerîmyan li deriyên sînor bi merasîmê oxirî Başûrê Kurdistanê hat kirin. Di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Hezne Temê axivî û êrişên dewleta Trik a dagirker şermezar kirin. Hezne Temê diyar kir ku şehîd Mensûr Kerîmyan, ji bo ku rastiya şoreşa gelê herêmê ji cîhanê re ragihîne hatibû Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hezne destnîşan kir ku vîn û baweriya wan çeka wan e û ew ê rêya Şehîd Mensur bi serkeftinê tacîdar bikin.

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran Xelîl Tehlo jî soz da ku ew ê bi pêşxistina kar û xebatan heta bidestxistina serkeftinê li ser rêya Şehîd Mensûr bi meşin.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li ser navê malbatê Bêrîtan Kerîmyan jî axivî û soza mezinkirina têkoşîna li ser şopa şehîd Mensûr da.

Piştî merasîmê girseyê cenazeyê Şehîd Mensûr bi dirûşme û tîlîliyan ber bi Başûr ve oxir kir.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane, cenazeye Şehîd Mensûr wê li warê wî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê were definkirin.

(şx/a)

ANHA