Hejmara şehîdên komkujiya Sirînê bû 13

Zarokê bi navê Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sûka bajarê Sirînê de birîndar bûbû, şehîd bû. Bi wê re hejmara welatiyên di komkujiyê de şehîd bûne bû 13.

Hejmara şehîdên komkujiya Sirînê bû 13
6 sibat, 2025   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di 28ˋê Çileyê de sûka gel a li bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de 12 welatî şehîd bûn û îro jî zarokê 8 salî yê birîndar jî şehîd bû û hejmara bû 13 şehîd.

Ew zarok li nexweşxaneyeke Reqayê dihat tedawîkirin, lê tevî hemû hewalên tibî, îro şehîd bû.

(fr)