Balafireke bêmirov welatiyên li Bendava Tişrînê bombebaran kir: Birîndar hene

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker welatiyên li Bendava Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de birîndar hene.

Balafireke bêmirov welatiyên li Bendava Tişrînê bombebaran kir: Birîndar hene
6 sibat, 2025   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker çalakgerên li Bendava Tişrînê ku nerazîbûnên xwe li hember êrişên dagirkeran nîşan didin, bombebaran kirin, di encamê de birîndar çêbûn.

Îro jî karwanê çaremîn ê gelê bajarê Kobanê ku di saetên sibehê de ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû, gihaşt bendavê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 2 mehan e êrişên xwe li derdora Bendava Tişrînê zêdetir kirine. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrişan û parastina bendavê, ji 8’ê Çileyê ve kom bi kom nobeta parastina bendavê digire.

(fr)

ANHA