Hejmara kuştiyên êrişa DAIŞʹê bû 5 leşker

Çeteyên DAIŞʹê li beyarê Dêrazorê li herêmeke di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êrişî hêzên Şamê kir, di encamê de 5 leşker di nav de 2 efser hatin kuştin.

Hejmara kuştiyên êrişa DAIŞʹê bû 5 leşker
13 cotmeh, 2024   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku duh çeteyên DAIŞʹê bi çekên sivik û navîn komeke leşkerên hêzên Şamê li beyarê Kebacib ê Dêrazorê hedef girtibûn, di encamê de efserekî hêzên Şamê yê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da, bi wê re hejmara kuştiyan bûn 5 û wiha ne: 2 efser û 3 leşker.

(fr)