Hejmara kesên ji Lubnanê tên bû 19502

Hejmara kesên ji ber şerê li Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bû 19 hezar û 502.

Hejmara kesên ji Lubnanê tên bû 19502
14 cotmeh, 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya krîzê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo şopandina mexdûrên şerê li Lubnanê ava kiriye, ragihand ku hejmara kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bû 19 hezar û 502.

Maseyê diyar kir ku 74 lubnanî, 6 hezar û 50 jin, 6 hezar û 305 zarok û 19 cenaze hene gihaştine herêmê.

Kesên ku malên wan an jî xizmên wan li herêmê tun bin, Rêveberiya Xweser cih ji wan re peyda dike.

(bb)

ANHA