Çavkaniyên ku nasnameyên xwe ji ber sedemên ewlehiyê eşkere nekirin, destnîşan kir ku îro bi dehan çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ yên ku li herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê belav dibin, bi taybet Efrîn û Ezazê, di ser Tirkiyê re derbasî Azerbêcanê bûn.
Dewleta Tirk dixwaze çeteyên Sûriyê û leşkerên Tirk tev li şerê heyî di navbera Eremenistan û Azerbêcanê de bike, mîna ku li Lîbyayê kiriye û 15 hezar çeteyên Sûriyê li gorî daneyên rojnameyên cîhanî, şandine Lîbyayê. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 500 çeteyên Sûriyê li Lîbyayê hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyan, li sûka bajarê Ezazê nivîsgeheke veşartî ji bo tomarkirina navan heye. Mîna wê jî li bajarê Efrînê heye.
Piştî amadekariyên du mehan, çeteyên Sûriyê bi rêya balafirên dewleta Tirk ber bi Azerbêcanê ve têne veguhastin.
Heman çavkaniyan piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker bi komên çeteyan re peyman ji bo 3 meh heta 6 mehan beramberî 5 hezar dolar her mehekê, îmze kiriye.
Ev yek piştî ku ku wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ragihand ku Tirkiye dê piştgiriya Azebêcanê di şerê wê yê li dijî Ermenistanê de bike, hat. Her wiha wezaretê piştrast kir ku efser û leşkerên Tirk di Tîrmehê de gihaştin Azerbêcanê.
Ji salên 90’î ve Azerbêcan û Ermenistan li ser kontrolkirina çiyayên Qerebaxê yên di navbera her du welatan de nakok in. Asta şerên di navbera her du welatan de hin caran fireh dibe û digihêje herêmên temasê yên din. Azerbêcanê ragihand ku di encama wan şeran de 4 leşkerên wê hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Ermenistanê jî ragihand ku leşkerekî wê li herêmê hate kuştin.
(şx)