Gundên bajarokê Şêrawayê tên topbarankirin

Dagirker di van kêliyan de gundên bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

Gundên bajarokê Şêrawayê tên topbarankirin
25 mijdar, 2024   21:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran daristana Soxanekê û gundên Aqîbê û Bênê yên bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

(fr)