Gundê Ceradê yê Minbicê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên kantona Minbicê topbaran dikin.

Gundê Ceradê yê Minbicê tê topbarankirin
7 cotmeh, 2024   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker topbaranên xwe li dijî gundên Minbicê fireh kirin. Hemwextî topbarankirina gundên Seyade, Um Edesa û Um Cilûd, di van kêliyan de gundê Cerad jî tê topbarankirin.

(fr)