Greva girtiyên azadiyê 120 roj li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi biryardarî dewam dike.

Greva girtiyên azadiyê 120 roj li pey xwe hişt
25 adar, 2024   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 120’î de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate destpêkirin. Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên siyasî bi navê Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din da û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin."