Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 83’an de ye

 Greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiya ya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya" dan destpêkirin di roja 83’an de dewam dike.

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 83’an de ye
17 sibat, 2024   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka Kurd dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 83’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê 2023 di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” hate destpêkirin.Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyan bi navê Denîz Kaya di 12’ê sibatê de daxuyaniyeke din û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”