Girtiyê kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Nadir Cameşûranî li girtîgeha Kirmaşan bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
1 kanûn, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja 29’ê Mijdarê girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê Nadir Cameşûranî li girtîgeha Kirmaşanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Nadir Cameşûranî yê ji bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, 20 sal bûn di girtîgehê de bû.

Hate diyarkirin ku malbata girtiyê siyasî ji bo Tiba Edlî ya Kirmaşanê hatiye vexwendin û ji wan re hatiye ragihandin ku Nadir Cameşûranî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. Malbatê îdiayên rayedarên girtîgehê û yên dadweriyê red kirin û gotin ku guman li ser sedema mirina kurê wan heye ku heta niha ti nexweşiyên wî tunebû.

Tora Mafê Mirovan ragihand ku Nadir Cameşûranî di çend salên borî de çend caran ji aliyê hêzên girtîgehê ve hatiye êşkencekirin û heta di encama êşkenceyê de çend caran birîndar bûye û neşandine nexweşxaneyê.

Hêjayî gotinêye ku di nava çend salên borî de li girtîgeha Kirmaşan û Urmiyeyê gelek buyerên mirinên bi guman ên girtiyên siyasî ji ber ne dermankirinê çêbûne.