Artêşa Îsraîlê careke din ket xaka Sûriyeyê

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ket gundê Konda yê gundewarên Quneytîrayê.

Artêşa Îsraîlê careke din ket xaka Sûriyeyê
1 kanûn, 2025   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyeke hêzên Îsraîlê ku ji 3 tankeran û 4 wesayîtên zirxî pêk tê, ji baregeha xwe ya li Til Ehmer ê rojava ber bi gundê Kondayê yê Quneytîrayê ve bi rê ket û demeke kurt tê de ma.

SOHR’ê diyar kir ku îro hêzeke Îsraîlê ket derdora bajarokê Seyda Colan Hanût ê gundewarên başûrê Quneytîrayê û piştî çend saetan vegeriya baregeha xwe ya li Colanê.

(bb)